4 endamên PDKSê hatin girtin
Çar endamên Partiya Demokrata Kurdistan Sûriyê li Qamişlo û Çil Axa hatin girtin.
Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriyê (PDKS) Neşet Zaza ji Rûdawê re ragihand, şeva borî her yek ji endamê Desteya Şêwirmendî ya PDKS Mihemed Ayo, endamê Komîteya Herêmî Mihemed Salih û endamê Komîteya Şaxî ya wê partiyê Izedîn Mela, ji aliyê sê grûpên serûçavên wan nuxmandî ve li Qamişlo û Çil Axa hatine revandin.
Neşet Zaza hêzên ewlekariyê yên Rêveberiya Xweser di ber revandina wan hersê endamê wan de berpirs dibîne û got, ew grûp ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve ne.
Zaza diyar kir ku hinek alî hene naxwazin danûstandinên di navbera ENKS û PYNKê de biserkevin û hewla jinavbirina wan danûstandinan didin.
Izedîn Mela di hema demê de rêveberê ofîsa Qamişlo ya rojnameya Kurdistan e.
Li aliyekî din, pismamê rojnamevan Barzan Leyanî, Mehmûd Leyanî li ser torên civakî belav kiriye ku şevê din êrîşê mala pismamê wî hatiye kirin û hatiye girtin.
Hin jêderên xwecihî amaje bi wê yekê kirin ku li Kobanê jî endamê Komîteya Siyasî ya Partiya Yekîtia Kurdistana Sûriyê hatiye girtin.
Rudaw
