• Friday, 27 February 2026
logo

Duhok- Nexweşxaneyên Koronayê pir bûne ji pêketiyan

Duhok- Nexweşxaneyên Koronayê pir bûne ji pêketiyan

Rêveberê Nexweşxaneya Koronayê li Duhokê Dr. Hekar Mistefa diyar kir ku herdû nexweşxaneyên Koronayê li Duhokê pir bûne ji pêketiyên Koronayê û niha hizir li wê çendê tê kirin, heger rewş wisa metirsîdar bimîne wê cihekî din were peydakirin.

Îro roja yekşemê 18.07.2021ê Rêveberê Nexweşxaneya Koronayê li Duhokê Dr. Hekar Mistefa ji BasNewsê re axivî û ragihand, hejmara berketiyên Koronayê div an rojan de bi şêweyekî mezin bilind bûye. Niha 150 berketiyên Koronayê di nava nexweşxaneyan de çareseriyê werdigrin û rewşa wan niha baş e û rojane hejmara berketiyan zede dibe.

Dr Hekar Mistefa, aşkera jî kir ku jiber zêdebûna hejmara berketiyên Koronayê rewş gelek metrisîdar e, heger welatî hevkar nebin dê rewş bêhtir xirab bibe. Lewra daxwazê ji xelkê xwe dikin vaksîna Koronayê werbigirin û pêgîriyê li rênmayên saxlemiyê bikin ji bo rû bi rûbûna Koronayê.

Rêveberê Nexweşxaneya Koronayê Dr. Hekar Mistefa da zanîn jî, ew difikirin heger rewş wisa metirsîdar bimîne cihekî din ji bo çareserkirina berketiyan bibînin.

 

Basnews

Top