• Friday, 27 February 2026
logo

Wan- Ji ber lehiyê 400 serî pez mirin

Wan- Ji ber lehiyê 400 serî pez mirin

Pêleke baran û berê xwe daye Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û bûye sedema ziyanên mezin ên canî û malî.

Di nava du rojên derbasbûyî de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nêzîkî 10 kesan ji ber lehiyan canê xwe jidest dane.

Li navçeya Elbakê ya Wanê jî zêdetir ji 400 seriyên pez ketine ber lehiyê û mirar bûne. Lehiya ku ji nişkê ve rabû ye, keriyên pez dane ber xwe.

Lehiyê herwiha ziyaneke mezin jî gihîştiye zeviyên çandiniyê û wî giyayê ku xelkê dûrî bû û dixwest in ji bo zivistanê rabikin. Ziyana herî mezin jî gihîştiye gundê Dêrê yê navçeya Elbakê ku dikeve ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê.

Herwiha tîmên hewarçûnê yên Tirkiyê bi hewara xelkê de neçû ne û ajeldaran bixwe bi derfetên xwe hewlda ne ku pezê xwe xelas bikin. Lê tenê karî ne çend seriyên pez ji nav ava lehiyê derbixin.

 

Basnews

Top