Celadet Bedirxan yekîtiya Kurdan di yekîtiya ziman de didît
Zimanzanê Kurd Celadet Alî Bedirxan ku roja 26ê Nîsana 1893an li Stenbolê ji dayik bûbû, di warên cuda cuda de xizmeta çand û zimanê kurdî kir. Keda wî ya nemir di gelek waran de diyar bû, xasma kovargerî, çîroknivîsî, helbestkarî, gotarvanî û bi taybetî ziman û alfabeta kurdî ku pişka şêr ji keda wî ya nirxbuha wergirt.
Di warê zimanê Kurdî de, Celadet hergav nav di keç û lawên Kurd dida xwe hînî zimanê kurdî bikin û jê bêpar nemînin. Heta astekê ku wî Kurdîtî û ziman bi hev ve girê dida û digot: “Yan hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin yan nebêjin em Kurd in. Bê ziman Kurdîtî ji we re ne rûmet, lê rûreşiyeke giran e. Heçî milet hene tevde bûne dewlet û xwedan kitêb û dibistan. Bi tenê em kurd bi şûnde mane. Divê em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.”
Celadet Bedirxan yekîtiya gelê xwe di yekîtiya zimanê wî de didît û bi jîrî û dûrbîniya xwe bawer bû ku divê berî her tiştî Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin û digot: "Şerma mezin ew e ku mirov nezanê xwendin û nivîsandina zimanê xwe be. Tenê bi hebûna xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe û parastina wî, em dikarin di civata miletan de wek miletekî xweser bijîn û payedar bin."
Piştî ked û xebateke dûrdirêj, zimanzan û ronakbîrê Kurd ê qedirgiran Mîr Celadet Bedirxan di roja 15ê tîrmeha sala 1951ê de, li gundê Hecanê li nêzîkî Şamê, di bîra qederê de wer bû û çû ser dilovaniya Xwedê.
Rudaw
