• Friday, 27 February 2026
logo

Cîgirê Rêveberê Asayişa Colemêrgê hat kuştin

Cîgirê Rêveberê Asayişa Colemêrgê hat kuştin

Cîgirê Rêveberê Asayişa Parêzgeha Colemêrgê Hasan Cevher îro di bûyerekê de ji aliyê polîsekî ve hat kuştin.

Li gor agahiyan, Cîgirê Rêveberê Asayişa Colemêrgê Hasan Cevher di dema erkê xwe yê fermî de hatiye kuştin.

Malpera Sabah a Tirkiyê ragihandiye, Hasan Cevher ji aliyê polîsekî bi navê Nasuh Çulcu ve hatiye birîndarkirin, lê behsa sedemê û hûrgiliyên zêdetir nekiriye.

Li gor zanyariyan, Rêveberê Asayişa Colemêrgê ji serî û milê xwe birîndar bûye û piştre jiyana xwe ji dest daye, herwiha polîsê êrîşkar Nasuh Çulcu jî ji lingê xwe hatiye birîndarkirin û hatiye desteserkirin.

Parêzgahiya Colemêrgê têkildarî bûyerê daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye û ragihandiye, “Di 13ê Temuzê de demjimêr 1:30 piştî nîvro Cîgirê Rêverberê Asayîşa Colemêrgê Hasan Cevher dema ku li mala polîsan xwarin dixwar, ji aliyê polîsê bi navê Nasuh Çulcu ve bi 3 guleyan êrîş li ser hatiye kirin. Nasuh Çulcu dema ku xwestiye bireve ji aliyê polîsên din ve ji ligan ve hatiye birîndarkirin û girtin.”

Hasan Cevher di sala 2017an de ji Stenbolê bo Colemêrgê hatibû tayînkirin.

 

Rudaw

Top