Rapirsî: Di 6 mehên dawî de dengên AKP û MHPê daketine
Li gor encamên rapirsiyan, rêjeya dengên Hevpeymaniya Cumhur di 6 mehên dawî de gelekî daketiye. Xwediyê Kompanya Lêkolînan a Avrasyayê Kemal Ozkiraz encamên rapirsiya Artibir nirxandin. Ozkiraz li ser YouTube encamên rapirsiya Artibir a Çile-Hezîranê dan berhev.
Li gor rapirsiyê, Hevpeymaniya Millet ku ji hevalbendiya CHP û ÎYÎ Partî pêk tê, di rêza yekem de cîh digre û rêjeya dengên Hevpeymaniya Cumhur jî ku AK Partî û MHP pêk tê, di 6 mehên dawî de gelekî daketiye. Li gor rapirsiyê piştî bêbiryar jî tên belavkirin, encamên meha Çile wiha dibin:
AKP: %34,5
CHP: %26,2
ÎYÎ Partî: %11,5
HDP: %11,6
MHP: %8,4
Partiya DEVA: %4,1
Partiya Pêşerojê: %2,6
Yên Din: %1,1
Li gor rapirsiyê piştî bêbiryar jî tên belavkirin, encamên meha Hezîranê wiha ne:
AKP: %31,5
CHP: %27,5
ÎYÎ Partî: %14,1
HDP: %11,1
MHP: %7,1
Partiya DEVA: %3
Partiya Pêşerojê: %1,9
Yên Din: %3,8
Li gor encamên rapirsiyê, ji meha Çile heta Hezîranê rêjeya dengên AKPê ji sedî 3,4 û yên MHPê ji sedî 1,3 daketiye. Di heman serdemê de, rêjeya dengên CHPê ji sedî 1,3 û dengên ÎYÎ Partî ji sedî 2,6 zêde bûye.
Her li gor vê rapirsiyê, rêjey dengên HDPê di navbera herdu mehên Çile û Hezîranê de bi rêjeya %0.50 daketiye. Encamên rapirsiyê nîşan didin, ku HDP di meha Çile de %11.6 û di meha Hezîranê de jî %11.1 dengan misoger dike.
Rudaw
