Li Stenbolê 9 melayên kurd li ser xutbeya kurdî hatin girtin!
Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ji ber xwendina xutbê bi zimanê Kurdî 9 mela hatin girtin.
Li Stenbolê roja 3ê Tîrmeha îsal bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê operasyonek hatibû destpêkirin û komek melayên endamên Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) û Komeleya Alimên Olî (DÎAY-DER) jî di nav de, 28 kes hatibûn desteserkirin
Ew her 28 kes duh derketin pêşberî dadgehê û biryara girtinê derbarê 9 melayên Kurd de hat dayîn.
Yek ji kesên hatiye girtin serokê wê komeleyê, Ekrem Baran bû. Baran da zanîn ku di lêpirsînê de pirsên mîna, “We çima gotarên Diyanetê nexwendin?” “Hûn çima nimêj û duayên xwe bi Kurdî dikin?” ji wan melayan hatine pirsîn.
Her li gor zanyariyan, dadgehê ji ber xebatên di çarçova komeleya ayînî û pêkanîna îbadetê bi zimanê Kurdî, wek tawan tomar kirine û biryara girtinê derbarê 9 melayan de daye.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, yek ji wan meleyan ku piştî 7 roj ji desteserkirinê hat berdan, eşkere kir ku wê heyama desteserkirî bûn, ew rastî tundûtûjiya derûnî reftarên xerab dihatin.
Basnews
