• Friday, 27 February 2026
logo

Li Dûkanê şewateke mezin çê bû

Li Dûkanê şewateke mezin çê bû

hîn jî sedema agir berbûnê nehatiye zanîn.
Zêdetir ji 3 hezar donim daristan şewitîne.

Li gor daxuyaniya birêveberatiya polîsê daristan û jîngeha Silêmanî, îro danê sibê li devera Dûkanê ya ser bi Silêmanî agireke mezin berbûye daristan û pûşên li deverê.

Agir di navbera her du gundên Sartke û Kilkesmaq berbûye erazî û daristanên deverê.

Hêzên hawar hatinê û şêniyên deverê jî bihevre hewl bo temirandina agirê didin û heta niha di encama agirê de zêdetir ji 3 hezar donim daristan û pûş li deverê şewitîne.

Sedema agir berbûnê jî jî nayê zanîn û lêkolînên li ser bûyerê jî didomin.

 

Top