• Friday, 27 February 2026
logo

Aktorê navdarê BollyWoodê, Dilip Kumar koça dawî kir

Aktorê navdarê BollyWoodê, Dilip Kumar koça dawî kir

Aktorê navdar yê sînemaya Hindistanê (BollyWood) Dilip Kumar di temenê 98 saliyê de koça dawî kir.

Aktorê navdarê Hindistanê, Dilip Kumar ku wek qehremanê fîlmên tirajîk dihat nasîn, îro li bajarê Mumbay yê Hindistanê koça dawî kir.

Dilip Kumar dema mir, temenê wî 98 salî bû. Yek ji nojdarên wî gotiye, hewl dane wî heta temenê 100 saliyê sax bihêlin lê nekarîne.

Yek ji navdartirîn fîlmên Dilip Kumar, “Shakti” (Qanûn) bû. Di wê fîlmê de Kumar wek berpirsê polîs bû.

 

Rudaw

Top