• Friday, 27 February 2026
logo

Li devera Derkarê 17 gund hatine vala kirin

Li devera Derkarê 17 gund hatine vala kirin

zirarên mezin yên madî ber deverê ketine.

Jiber şerê PKK û artêşa Tirkiyeyê hatine valakirin.
Jiber hebûna gerîlayên pkkê li devera Derkarê ya ser bi Zaxoyê ev zêdetir ji 2 rojane ku balefir û kopterên şer yên Tirkiyeyê bi ser esmana deverê digerin û navçeyên curbicur yên deverê bordiman dikin.
Di encama bordimanên artêşa Tirkiyeyê de zirarên gelek mezin ber bax û rezên deverê ketine û fikar jî li cem şêniyên deverê çê bûne.
Her di vê derbarê de birêveberê nahiyeya Derkarê jî diyar kiriye ku jiber şerê navbera pkk û artêşa Tirkiyeyê di wan demên dawî de 17 gundên deverê hatine valakirin û zirarên gelek mezin yên madî jî ber wan gund û deveran ketine.

Top