Pirtûka 'Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd' derket
Pirtûka "Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd" a ku nivîskar Nevîn Reşan Gungor amade kiriye, ji aliyê Weşanxaneya Nûbihar ve hat çapkirin û weşandin.
Pirtûk bi sê zimanên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî hatiye amadekirin û ji aliyê Weşanxaneya Nûbihar ve hatiye çapkirin û weşandin.
Nivîskara pirtûkê, Nevîn Reşan Gungorê ragihandiye, ku ji bo berhevkirina vê pirtûkê, ew bo dema 20 salan xebitî ye.
Pirtûk ji 200 rûpelan pêk tê û naveroka wê, Cilûberg, Kofî, Aksesûwar û Xişr, Gore û Sol, Nîgarên Destî yên li ser Qumaşan, Makîneyên Tevnê û Aletên Destî, Qalibên Cilan û Xişir li xwe digire.
Nevîn Reşan Gungor di nivîsa destpêkê de behsa sedemên amadekirina vê pirtûka xwe kiriye û diyar kiriye ku wê hewl daye bi vî karê xwe cilûbergên gelêrî yên jinên Kurd tomar bike, ji wendabûn û talankirinê biparêze û bi vî awayî vê mirasa qedîm li ser piya bihêle daku derbasî pêşerojê bike.
Nivîskar, li gor van armancan digel arşîva xwe ya şexsî, ji gelek arşîv û mûzeyan sûd wergirtiye û ev berhem amade kiriye. Herwiha wê bi xwe cilûberg û xişrên di vê berhemê de bi giştî xêz kirine.
Gungorê herwiha bi sernavên "Hewcedarî û Geşedana Lixwekirinê", "Erkên Lixwekirinê", "Nîşaneyên Çandî" û "Neteweyî yên Lixwekirinê", "Li ser Modeyê", "Xişr: Jina Kurd û Xişrên wê", "Dîroka Cilûbergên Jina Kurd" û "Mebest û Armancên vê Xebatê" û dîsa bi her sê zimanan behsa armanca xebata xwe û teoriya vê xebatê kiriye.
Nevîn Reşan Gungor resam û nivîskar e û xelka navçeya Sêwrega ser bi Riha ya Bakurê Kurdistanê ve ye.
Rudaw
