HPGê kuştina fermandarekî xwe piştrast kir
HPG baskê çekdarî yê PKKê ragihand ku fermandarekî wan ê pêilebilind ê bi navê Samet İçyer bi navê kod "Zerdeşt Navdar", roja 14ê Hezîranê di pevçûneke li gel hêzên Tirkiyê de li parêzgeha Bedlîsa Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Navenda Çapemeniya HPGê di daxuyaniyekê de ragihandiye, hêzên artêşa Tirkiyê di navbera 12-15ê Hezîranê de li navçeya Şetek a parêzgeha Bedlîsê li dijî hêzên gerîla operasyon pêk aniye.
Li gor daxuyaniya HPGê, roja 14ê Hezîranê di navbera hêzên gerîla û leşkerên Tirkiyê de li herêmê şer derketiye û di şer de fermandarê HPGê Samet İçyer bi navê kod "Zerdeşt Navdar" canê xwe ji dest daye.
HPGê diyar kiriye, Samet İçyer anku "Zerdeşt Navdar" ji navçeya Adilcewaz a Bedlîsê ye û di sala 2011an de li Amedê tevlî refên PKKê bûye.
Navenda Çapemeniya HPGê herwiha daye xuyakirin, ku Zerdeşt Navdar sala 2014an li Kobanî tevlî şerê li dijî DAIŞê bûye û paşê li navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ve, wek endamekî Fermandariya Eyaletê xebitiye.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di 15ê Hezîranê de, Zerdeşt Navdar weke “Berpirsyarê Eyaleta Garzanê” dabû nasandin.
Di daxuyaniya xwe de, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê diyar kiribû, Samet İçyer bi navê kod "Zerdaşt Navdar" ku dihat gotin “Berpirsyarê Eyaleta Garzanê ya PKKê” bûye, di berdewamiya operasyona Eren11 a li parêzgeha Bedlîsê de hat kuştin.
Rudaw
