Ava Wêstgeha Elok careke din qut bû
Ava Wêstgeha Elok careke din ji ser bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê qut bû.
Li gor zanyariyên ku Rêveberê Saziya Avê ya Hikûmetê li bajarê Hesekê , “bi sedema qutkirina elektrîkê ji ser Wêstgeha Elok a li rojavayê Serê Kaniyê, careke din ava wêstgehê ji ser bajarê Hesekê qut bûye.”
Rêveberê Saziya Avê ya Hikûmetê Mehmûd El-Ugle diyar kiriye ku “bêhtir ji yek milyon kes li bajarê Hesekê û gundewarê wê bê ava vexwarinê mane.”
Li gorî ragihandina Saziya Avê ku ser bi hikûmeta Sûriyê ve ye, projeya gihandina avê ji bo bajarê Hesekê û gundewarê rojavayê wî bajarî, hêj bidawî nebûye.
Mehmûd El-Ugle dibêje, tenê yek pemp û 10 bîr ji tevaya 34 bîr û 12 pempan li Wêstgeha Elok kar dikin.
Krîza avê ji 2013an li bajarê Hesekê heye, lê piştî kontrolkirina Wêstgeha Elok a li Serê Kaniyê ji aliyê girûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê ve rewşa avê bi yek carî xerabtir bûye.
Wêstgeha Elok dikeve 10 kîlometriya rojhilatê bajarê Serê Kaniyê û ji 30 bîrên avê pêk tê, ku çavkaniya sereke ya ava Heseke û derdora wê ye.
Ji Cotmeha 2019 ve ku bajarê Serê Kaniyê ketiye bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî, gelek caran ava wêstgeha Elok li ser bajarê Hesekê û gund û bajarokên derdorê yên di jêr desthilata Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de hatiye qutkirin.
Rudaw
