226 namzedên helbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê kesên ser bi Partiya Beis bûn
Desteya lêpirsîn û dadweriyê ragehand ku 226 namzedên helbijartina pêşwext ên Parlamentoya Iraqê ji ber berê Beisîbûn nikarin bibin namzed.
Di daxuyaniyekî nivîskî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartinên Iraqê de hat ragehandin: ‘’Ew 226 namzed li gor yasaya lêpirsîn û dadperweriyê ji namzedbûnê tên dûrxistin.
Wan 226 kesan xwe ji bo helbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê namzed nîşandabûn, lê ji ber pêştir ser bi partiya Beis bûn ji namzed bûnê hatin dûrxistin.
Li gor yasa û destûra Iraqê rêveber û kesên payedar ên ser bi Partiya Beis a hilweşyayî nikarin ti paye û erkekî fermî yê Iraqê wergirin.
