Ayhan Bilgen ji zindanê hat berdan
Piştî biryara dadgehê ya berdana wan, Hevserokê Şaredariya Qersê yê berê Ayhan Bilgen û 3 kesên din ên ser bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve ji girtîgehê hatin berdan.
Di sêyemîn rûniştina doza Kobanî de li Dadgeha Sîncanê ku duh Sêşemê 15ê Hezîranê hat lidarxistin, biryara azadkirina 4 endamên HDPê Ayhan Bilgen, Berfin Ozgu Kose, Can Memiş û Cihan Erdal hate dan.
Dadgehê biryar da ku ew 4 endamên HDPê bi şertê qedexeya çûna derveyî Tirkiyê û kontrola dadî bêne azadkirin.
Piştî biryara dadgehê bo berdana wan kesan, Berfin Ozgu Kose yekem êvara Sêşemê ji girtîgehê hat berdan, lê Ayhan Bilgen, Can Memiş û Cihan Erdal bi şev hatin berdan.
Parêzer Gizay Dulkadir li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye: “Pêvajoya derxistina Ayhan Bilgen piştî nêzîkî 6 demjimêran qediya. Ew niha azad e.”
Hêj nayê zanîn, gelo Ayhan Bilgen ku bi hinceta Doza Kobanî ji posta Hevserokatiya Şaredariya Qersê hatibû dûrxistin, dê piştî berdana ji girtîgehê bo ser karê xwe bê vegerandin an na.
Hevserokê Şaredariya Qersê yê HDPyî, Ayhan Bilgen roja 25ê Îlona 2020an di operasyoneke berfireh a polîsên Tirkiyê de bo ser HDPê, tevî 82 kesan di çarçoveya lêpirsîna bûyerên sala 2014an ên têkildarî rewşa Kobanî de û bi tometa “têkdana yekîtîya dewletê û serweriya wê” hatibû desteserkirin û roja 2ê Cotmeha 2020an jî dadgehê biryara girtina wî û 16 kesên din ên HDPyî dabû.
Proseya dadgeha Doza Kobanî li 22emîn Dadgehê Cezayê Giran a Sîncan li Enqerê bireve diçe.
Di proseya dadgeha derbarê doza bûyerên Kobanî de tevî hevserokên HDPê yên berê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag, 108 endam û berpirsên HDPê tên darizandin.
Ji wan 108 kesên HDPyî, 28 kes ji wan dema çend salan e ku li zindanê ne.
Di doza bûyerên Kobanî de Serdozgerê Giştî yê Komarî yê Tirkiyê, ji bo 108 berpirs û endamên HDPê daxwaza 19 hezar û 680 sal zindanê dike û herwiha ji bo 38 kes ji tohmetbarên dozê jî daxwaza zindana heta hetayê dike.
Yekemîn rûniştina dadgehê li ser wê dosyayê piştî derbasbûna 6 salan di ser bûyeran re, roja 26ê Nîsana 2021ê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê hat kirin.
Duyemîn rûniştina dadgehê li ser dosyeya bûyerên Kobanî roja Sêşemê 18 û Pêncşemê 20 Gulana 2021 li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê ya li Enqerê birêve çûbû.
Bûyerên Kobanî ku di rojên 6-8ê Cotmeha 2014 de rû dan, weke hinceteke sereke bo daxistina HDPê jî amaje pê tê kirin.
Sala 2014ê DAIŞê êrîşî ser herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê kir û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bo dema 21 rojan li beşeke bajarê Kobanî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve ketin dorpêçê, lê ew şervan li ser berevaniya xwe berdewam bûn û paşê bi alîkariya hêzên Pêşmerge û şerê kolan bi kolan, karîn DAIŞê têk bibin.
Di dema şerê berevanîkirina li Kobanî de, HDPê daxwaz dikir, ku rê bi ciwanên Bakurê Kurddistanê bê dayîn, daku derbasî aliyê din ê sînor bibin û li dijî DAIŞê şer bikin, lê Tirkiyê rê neda wê yekê.
Rudaw
