• Friday, 27 February 2026
logo

Vê îsal gelek tuz bibare

Vê îsal gelek tuz bibare

dibêje havîna îsal gelek dijwar be.
Dibêje hişkesalî bûye sedem ku îsal gelek tuz bibare.

Wezareta çandiniyê ya Îraqê daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye ku havîna îsal vê gelek tuz bibare û bahozên gelek bihêz jî berê xwe bidin Îraqê.

Wezareta çandiniya Îraqê di daxuyaniya xwe de ev yek eşkere kiriye ku jiber kêm barîna baranê û çê bûna hişke saliyê (xelayê) vê havîna îsal li Îraqê gelek gerim û dijwar bibe, jiber ku havîna îsal vê gelek tuz li Îraqê bibare û bahozên bihêz jî berê xwe bidin Îraqê.

Wezaretê di berdewamiya daxuyaniyê de ev yek eşkere kiriye ku pilan û projeyên wan yên bo çê kirina kembera şînatiyê li derdorê bajaran û zêdetir kirina rêjeya şînahiyê di nava bajaran de heye û hêdî hêdî dest bi cîhbicîh kirina wan projeyan dikin.

Top