• Friday, 27 February 2026
logo

Li Helebeceyê teqîn: Kesekî canê xwe ji dest da

Li Helebeceyê teqîn: Kesekî canê xwe ji dest da

Rêveberê Polîsê Helebceyê ragihand, îro li taxeke bajarê Helebceyê teqînek çê bû û di encamê de kesekî canê xwe ji dest daye.

Teqîn îro Duşemê li Taxa Şarewanî ya bajarê Helebceyê çê bûye.

Rêveberê Polîsê Helebceyê, Kazim Ebdullah ji Rûdawê re ragihand: “Hêj nayê zanîn ku teqîna îro bi sedema bombeyê, kembera bombekirî yan tiştekî din bûye.”

Kazim Ebdullah got: “Bi sedema teqînê kesekî canê xwe ji dest daye, û ji ber bandora teqînê nasnameya wî nehatiye zanîn.”

Rêveberê Polîsê Helebceyê destnîşan kir, Asayişa Helebceyê dosye girtiye cem xwe û têkildarî bûyerê dest bi lêkolînan kiriye.

Bi gotina hemwelatiyekî Helebceyî ku nêzîkî cihê bûyerê bûye, teqîn li nav baxeke li Taxa Şarewanî çê bûye.

Top