• Friday, 27 February 2026
logo

Armanca serdana şandên biyanî bo Rojavayê Kurdistanê

Armanca serdana şandên biyanî bo Rojavayê Kurdistanê

Di çend mehên borî de, gelek şandên fermî yên welatên Ewropa serdana Rojavayê Kurdistanê kirin û li gel desteya peywendiyên derve û berpirsên Rêveberiya Xweser civiyan. Tevî ku gelek şandan behsa mijara şerê DAIŞê û radestkirina zarokên DAIŞî dikirin, lê hin aliyan behsa piştgiriya Rêveberiya Xweser jî kirine.

Berpirsên Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) ku bi ser Rêveberiya Xweser ve dibêjin, ku şandên Ewropî li çawaniya pênasîneke fermî bi Rêveberiya Xweser digerin û ev xal jî bi agahdariya Amerîka tê gotûbêjkirin.

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat Salih Gedo got “Ez bawerim di dema dawî de gelek şandên Ewropî bi agadariya Amerîkayê serdana Rojavayê Kurdistanê kirin û bi gelek aliyên Rêveberiya Xweser re jî rûniştin çêkirin. Nîqaşên ku di wan rûniştinan de çêbûne jî çewa pênaseyek navnetewê bi vê rêveberiyê re bibe. Ev jî metirsiyek li ba rejîma Sûriyê çê dike.”

Li hember zêdebûna trafîka şandên fermaî di navbera welatên Ewropî û Rojavayê Kurdistanê û hevdîtitên bi berpirsên Rêveberiya Xweser re, hikûmeta Sûriyê nerazîbûna xwe nîşan dide û wan hevdîtin û serdanan, bi karekî neyasayî binav dike û dibêje ew binpêkirineke serweriya axa Sûriyê ye.

Şirovekarê Siyasî yê Hikûmeta Sûriyê dibêje “Kar û tevgera depolmasî û siyasî li Bakur û rojhelatê Sûriyê, binpêkirineke rasteqîne ye ji serweriya Sûriyê re, ji ber ku hikûmeta Sûriyê rewa ye û nûnertiya xwe li Netewên Yekbûyî (NY) heye.”

Rêveberiya xweser û piştî kontrolkirina rûberekî mezin ji axa Rojavayê Kurdistanê û Bakurê rojhelatê Sûriyê, bi taybet ji destpêka sala 2015 ve, dest bi gavên deplomasî kir û hewl dide pênasîneke fermî ji aliyên navdelwetî bistîne.

Ji wê demê vir ve, nûnertiya xwe li gelek welatên Ewropa, Rûsya û hin welatên Erebî jî vekirine. Ev yek  jî dibe xala gurbûna nakokiyan navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ku Rêveberiya Xweser li pênasîne digere û hikûmeta Sûriyê dixwaze hemû deverên di bin destê HSDê de ne kontrol bike. Bi vî awayê herdû alî li ser xala danûstandinê negihiştine ti encamê.

 

Rudaw

Top