Joe Biden peywendiyeke telefonî ligel Xi Jinping encam da
Êvara roja yekşemê Serokê Amerîkayê Joe Biden bo yekem car piştî wergirtina desthilata Koşka Spî peywendiyeke telefonî ligel Serokê Çînê Xi Jinping encam daye.
roja yekşemê 30.05.2021ê beriya bi demekê Serokê Amerîkayê Joe Biden di konferanseke rojnemevenî de aşkere kir peywendiyeke telefonî ligel Serokê Çînê Xi Jinpig encam daye.
Herwiha Joe Biden aşkere jî kiriye di peywendiya telefonî ya ligel Xi Jinping de wan tekezî li ser parastina mafê mirovan li seranserî cîhanê kiriye û nabe ew pêdagîr nebin li ser mafê mirovan.
Cihê behsê ye ev yekem hevdîtina Joe Biden e ligel Serokê Çînê Xi Jinping ku piştî bûye Serokê Amerîkayê. Cihê behsê ye. Di desthilata Serokê Amerîkayû Barack Obama de Joe Biden weke Wezîrê Derve yê Amerîkayê çend caran serdana Komara Çînê kiriye.
Herwiha Joe Biden amaje bi wê yekê jî kiribû Serokê Çînê di wê baweriyê de ye heta 15 salan wê Amerîkayê jî bixe bin hukmê xwe.
