Malikî derbarê fikra paşxistina helbijartinan de helwêstê xwe aşkera kir
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa û Partiya Dewa ya Iraqê di beyanameyekî de behsa gotegotên paşxistina helbijartinên pêşwext dike.
Îro 25.05.2021ê serokê hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî ragehand: ‘’Bi tundî pêkanîna hikûmeta hewarçûnê em red dikin, ku vê dawiyê çend siyasetmedarekî Iraqê behsa vê mijarê dikin.’’
Nûrî Malikî dibêje hilweşandina hikûmeta naha û pêkanîna hikûmeta hewarçûnê wegere ji demokrasiyê û dijî bingehê desthilat dest bo dest radest kirinê ye û sivikayiye bi xwepêşanderan.
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa derbarê wan gotegotên ku behsa paşxistina helbijartinên pêşwext jî dikin de got: ‘’Helbijartina pêşwext di dema hatî diyar kirin de dê birêve biçe.’’
Nûrî Malikî herwaha daxwaz ji hêzên siyasî û civakî kir, fikra paşxistina helbijartinê red bikin û rijdbin li ser birêveçûna helbijartinan.
Biryare roja 10.10.2021ê helbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê birêve biçin.
Basnews
