Qeymeqamiya Erzinganê rê li ajeldarên Dêrsimê girt
Li Erzingana Bakurê Kurdistanê rê neda ku ajeldarên Dêrsimê ajalên xwe bibin zozanan û barhilgirên ajel hilgirtibûn 28 demjimêran hatin sekinandin û ceza li wan hat birîn.
Qeymeqamiya navçeya Gercan ya ser bi Erzingana Bakurê Kurdistanê rê neda ku ajeldarên Dêrsima Bakurê Kurdistanê ajelên xwe bibin zozanan. Ajaldar ji ber vê biryara kêfî ya Qeymeqamiyê naçar man ku careke din vegerin Dêrsimê.
Ajeldar dibêjin ji ber rê nehat dayîn ajelên wan 28 demjimêran di nav barhilgiran de bê av mane û beşek ji wan ji nav çûne.
Ajaldar li ser vê mijarê ligel Şaredarê Dêrsimê Mehmet Fatih Maçoglu hevdîtinek kirin û xwestin ku ev pirsgirêk were çareserkirin. Maçoglu da zanîn ku ew dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên ajeldaran ligel parêzgar biaxive û got: “Divê piştgiriya ajeldran bê kirin, 28 demjimêran ajalên wan birçû û bê av hatine rawestandin, divê êdî mexdûr nebin."
Li gor agahiyan dê ajaldar bo demekê ajalên xwe li devera Beydami ya girêdayî parêzgeha Dêrsimê bicîh bikin. Herwiha hat ragihandin ku ji bo ajeldar ajalên xwe bibin zozanan û di demsala havînê de li wir bimînin dê xebat bên kirin.
Rudaw
