• Wednesday, 04 February 2026
logo

HPGê hûrgiliyên êrişa li Amedê belav kirin

HPGê hûrgiliyên êrişa li Amedê belav kirin

HPGê hûrgiliyên zêdetir li ser êrişa li dijî binkeya esmanî ya artêşa Tirkiyê ya li Amedê belav kirin û Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî ragihand ku li Şirnexê hêzên wan operasyonek pêk anîne û di encamê de gerîlayekî PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, hûrgiliyên êrişa li ser  8emîn Fermandariya Navendî ya Jet a Bingehîn a li Ameda Bakurê Kurdistanê belav kirin.

HPGê ragihand ku Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal, demjimêr 12.00 şeva 19ê Gulanê 8êmîn Fermandariya Jet a Bingehîn a li Amedê du caran kiriye armanc.

Li gor zanyariyên HPGê, “Bi balafira destpêkê li avahiyekê hate xistin ku pîlotên dagirker û personelên hêzên hewayî yên Tirk tê de bûn. Balafira duyemîn jî li hangara ku balafirên şer tê de bûn xist.”

HPGê diyar kir, “Ev herdu çalakî bi rengekî serketî pêk hat û di encamê de li Fermandariya Baregeha Jetê ya Bingehîn a dagirkeran teqînên mezin pêk hatin. Hejmara pîlotên dagirker ên hatin cezakirin û birîndarkirin, nehate zelalkirin.”

HPGê aşkere jî kir hêzên wan li Xakurkê wesayiteke bi tîpa Reo ya artêşa Tirkiyê kir armanc û di encamê de ew wesayît bi temamî hat jinavbirin û 6 leşker hatin kuştin.

Li aliyê din li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di operasyona hêzên wan de li Şirnexa Bakurê Kurdistanê de gerîlayê PKKê Hatîp Kiliç ê bi nasnavê “Şervan Egît Mûş” jiyana xwe ji dest da.

Li gor zanyariyên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ew operasyon li herêma ser bi navçeya Elkê ya Şirnexê bi rêve çûye û di encamê de “Şervan Egît Mûş” jiyana xwe ji dest daye.

Ev yek di demekê de ye şerên di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê li gelek navçeyên ciyawaz ên Bakur û Başûrê Kurdistanê zêde bûne û herî dawî artêşa Tirkiyê 23ê Nîsanê êriş û operasyoneke berifeh li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê ku dikevin nav axa Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin ku dibe sedema valabûna gundan û koçberbûna xelkê.

 

Rudaw

Top