• Thursday, 19 February 2026
logo

Hevserokê HDPyî canê xwe ji dest da

Gulan Media January 7, 2018 Nûçe
Hevserokê HDPyî canê xwe ji dest da
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şaxa Tekirdagê Salim Gumuş (36) di encama bûyereke trafîkî de canê xwe ji dest da.



Qeza nîvê şevê li ser Kolana Omûrlûk a Çorlûyê pêk hat.



Hevserokê HDPê yê Şaxa Tekirdagê Salim Gumuş li navçeya Çorlu ya Tekirdagê nîvê şevê qeza kir.



Salim Gumuş piştî kafe xwe girt bi otomobîla xwe ya bi plakeya 59 FK 462 ber bi mala xwe rêdikeve li xaçerêya dibistana Kız Meslek Lisesiyê kontrola otomobîlê ji dest da û qeza kir.



Kesên qeza dîtin xeber dan tîmên tendirustiyê.



Bi ambulansê Salim Gumuş veguheztin Nexweşxaneya Dewletê ya Çorluyê, lê tevî midexaleyan ji mirinê xilas nebû.



Derbarê qezayê de lêpirsîn û lêkolîn hatiye destpêkirin.



Cenazeyê Gumuş li Nexweşxaneya Dewletê ya Tekirdagê ye û dê sibe bê definkirin.

Rudaw
Top