Necmedîn Kerîm: Rê li ber hatina artêşa Iraqê û polîsên fedral digirin
Duh, çarşemê 27.09.2017 parêzgarê Kerkûkê Dr.Necmeddîn Kerîm ji ajansa Sputnîkê re ragehand ku, rê li ber hatina hêzên artêşa Iraqê û polîsên fedralî bo parêzgehê digrin û got ku, me li Kerkûkê pişt bi hêzên xwe asayîş ji pêşmerge û polîsên xwecihê girêdaye.
Herwiha da zanîn ku, ti hêz nikare bêyî lîcneya rezamendî ya asayîşa Kerkûkê were nav bajêr, ji ber Kerkûkê pêwîstî bi ti hêza nine.
Îro, parlamentoya Iraqê rê da bû serokwezîrê wî welatî Heyder Ebadî ku, hêzê bibe nav navçeyên Kurdistanî yên li derveyî idareya herêmê daku, dest daynin ser û ji destê pêşmergeyan derînin.
Ev biryar Bexdayê piştî encamdana referandoma serxwebûna Kurdistanê derkirin.
Basnews
