Mesrûr Barzanî daxuyaniyek belav kir
Rawêjkarê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li rûpela xwe ya taybet Tiwîterê wiha nivîsiye:"Destxweşiyê li komsyona bilinda serbixwe ya hilibijartin û rapirsiyê ya herêma Kurdistanê û dezgehên asayîşê dikim bo rêxistina û serkeftina proseya dengdanê."
Îro, 25ê Îlonê 2017 gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe cûne ser sondoqên dengdanê û biryar li ser çarenivîsa xwe dan û dengê belê dane serxwebûna Kurdistanê.
basnews
