Dîplomatkarê amerîkî piştgîriya xwe ji bo Kurdistanê ragihand
John R. Bolton, ku yek ji dîplomatê navdar ê Amerîkayê ye û kesekî nêzîkî rêveberiya Trump e, li ser navnîşana xwe ya taybetî ya twîtterê ragihand, “Dema wê hatiye kurdên Iraqê dengê xwe li ser hêvî û mirazên xwe bidin.”
John Bolton, ku yek ji berbijêrê wezîrê derve bû, beriya niha jî ragihandibû; “Kurd nêzîkî serxwebûnê ne û defakto serxwebûna xwe radigihînin.”
Bolton gotibû, ku kurd ji bo vekirina riya Kurdistana mezin şerê li dijî DAIŞê dikin.
Ji bo giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê tenê rojek ma û roj bi roj piştgiriya navdewletî ya ji bo giştpirsiyê jî zêdetir dibe.
Roja 23ê Îlonê jî balyozê yekemîn ê Amerîkayê li Kirwatyayê Peter Galbraith beşdarî bernameya “Rûdawa Îro” ya televiztona Rûdawê bû û hêvî xwest ku giştpirsî di dema xwe de were kirin.
Peter Galbraith eşkere kir, ku piştî giştpirsiyê welatên biyanî jî dê piştgiriyê bidin Kurdistana serbixwe.
Rudaw
