Parlamenterê HDP bo Yildirim: Barzanî 6 zimanan dizane, ya tu?
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim duh roja şemiya 23yê îlona 2017an derbarê giştpirsiya 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê de daxuyanî da.
Binalî Yildirim wiha gotibû: “Barzanî efendî derket got, ‘Ezê giştpirsiyê bikim, ez ketime dûv serxwebûnê’. Me jê re got, ‘Tu di rêyeke şaş de yî, tu dê xwe edem bikî. Tiştek nabe lê rika te ji wan mirovên li wê derê dijî re çi ye. Çima tu aramiya wan têk dibî, tu cudahiyê dikî, dev ji vê evîndariyê berde. ’ Heger ji me fêm neke em dikarin bi zimanê ji fêm dike jî biaxivin.”
Parlamenterê HDPê yê Amedê Ziya Pîr jî li ser hesabê xwe yê twitterê li hemberî vê daxuyaniya Binalî Yildirim bertek nîşan da.
Ziya Pîr wiha got: “Barzanî 6 zimanan dizane. Tu dikarî bi kijan ji wan zimanan biaxivî?”
Rudaw
