• Friday, 20 February 2026
logo

Spasnameya Serok Barzanî ya ji bo cemawerê xweşdivî û niştimanperwerê Hewlêrê

Gulan Media September 23, 2017 Nûçe
Spasnameya Serok Barzanî ya ji bo cemawerê xweşdivî û niştimanperwerê Hewlêrê
Ji bo cemawerê xweşdivî û niştimanperwerê Hewlêrê

Pir bi dil spas û pêzanînên xwe pêşkêşî we yên xweşdivî û niştimanperwer dikim ji bo beşdariya we ya ber bi çav ya li civîna cemaweriya roja 22.09.2017. Ew coşiya we yên ezîz careke din daxuyankirin ku Hewlêr wekî herdem qelayê berxwedan û niştimanperwerî û azadîxwaziye û em bi we serbilindîn. We careke din daxuyakirin ku Hewlêr her Hewlêre. We daxuyankirin ku Hewlêra Holako bezên, bajarê resen û ala hilgirê serxwebûn û bajarê pêkvejiyane, bi dengê zelal ve hawara xwe digihîne hemû dinya û dibêje belê ji bo serxwebûnê.

Xelkê Hewlêr, bi hemû pêkhatên neteweyî û olî ve, tabloyek pîşanî cîhanê da ku êdî kes nikarê girê li ser cûdahiya rengên we bike, belkû bi hemû rengan, alayê bilindê Kurdistanê pîşanî cîhanê da. Ez piştrastim li roja 25.09 da dengê we dibe zengê hişyarî û li dergehê wîjdana cîhanê dide.

Li vir da careke din bi pêwîstî dizanim spasî hêzên Pêşmerge û hemû dezgehên emnî û polîsên hatin û çûnê bikim ji bo hevkariya wan ya li parastina asayîşa xelk û baştir birêveçûna wan civînên cemaweriyan.

Her şad û serfiraz bin

Mesûd Barzanî
23.09.2017

Top