Barzanî: Em bo gotûbêjên serxwebûnê li gel Bexdayê amade ne
Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de li gel Radyo Dengê Amerîka (VOA) bersiv da daxwaza Berdevka Koşka Spî y abo paşxistina referandumê û got: “Me rûbirû ji nûnerên Amerîkayê re gotiye, ku ev helwesta Amerîka ji bo me cihê matmayînê ye, em tênagihîjin ku me çi tawanek kiriye, me daxwaza mafên xwe kiriye, milletek e û derbirîna nêrîna xwe dike, bi ratsî em vê helwestê weke helwesteke xerîb (ecêb) dizanin.”
Derbarê pêşniyara bo alternatîna referandumê de, Barzanî dibêje: “Gelek bîroke û pêşniyar hene, lê belê ti (bijardeyek) ji wan cihê referandumê nagirin.”
Barzanî di beşeke din a hevpeyvînê de diyar dike: “Referandum dawiya dunyayê nîne, gotûbêjên ciddî dê piştî referandumê dest pê bike. Ew dibêjin, nexêr referandumê nekin û werin niha gotûbêjê nekin, gotûbêj li ser çî? Tu referandumê red dikî, wateya wê ew e ku te bawerî bi ti tişteke din nîne. Paşê jî me pirsgirêk li gel Bexdayê heye, ji xwe me li gel Amerîka û civaka navdewletî nîne, em dixwazin li gel Bexdayê bigihîjin ji hev fêmkirinê, civaka navdewletî û Amerîka garantiya wê rêkevtinê bikin. Bexda dibêje; ne niha û ne di paşerojê de, me ew referandum qebûl nîne. Madem wisa ye, em jî neniha û ne jî di paşerojê de paşkotiya wan qebûl nîne.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha helwesta Amerîkayê ya li hember referanduma Kurdistanê nirxandiye û tekez kiriye: “Me gelek hewl da, ku em nêrîna Amerîkayê biguherin û me ji wan re jî got, ji wê hemû pesna Pêşmerge û Kurdistanê, me wisa zanî ku Amerîka dê padaşta wan hemû qurbanîdanên Pêşmerge û Kurdistanê bide, me çi gunehek kiriye ku em bêjin em serxwebûnê dixwazin? Werin em gotûbêjê bikin ku em çawan bigihîjin vê armancê. Dibêjin nexêr, nabe ku referandumê bikin, îca werin gotûbêjê bikin, çi garantiyek heye? Vê paş bixe û vê neke, ew 14 sal e ku Amerîka vê lîstikê bi me dike.”
Derbarê helwesta Rûsya de jî, Barzanî destnîşan kir: “Helwesta Rûsya gelek gelek şerîfane ye, ez nabêjim ku piştgirî kiriye, lê belê gelek ciyawaz e û dijatî nekiriye. Em rijd in li ser referandumê, lê belê vekirî ne jî û piştî referandumê em amade ne ku gotûbêjê bikin û her tiştek pêwîst be, bi acendayeke vekirî gotûbêjê li ser bikin. Eger ji hev têgihîştinê nekin, di navbera du bijardeyan de, di navbera razîbûna derve û baweriya milletê xwe de, ez dê ya duyem hilbijêrim. Yekem car Amerîka û Ewropa, hemûyan wiha didîtin ku em weke karteke fişarê referadumê û serxwebûnê bi kar tînin, hinek caran jî digotin ku qeyrana navxweyî hene û dixwazin ji wê qeyranê derbas bibin. Me her çend hewl da, guh nedan. Piştre ku dîtin hinek ciddî ye, wiha pêşbînî dikirin ku em di nava xwe yek û tifaq nînin û em dê di nava xwe de têk biçin û (bila) ew xwe newestînin. Nexêr, parlamento hat aktîvkirin, yak u li Silêmaniyê jî dîtin, ku derveyî pêşbîniya hemû kesî bû, li Duhok, li Soran, ya Hewlêrê, ew xwasteka milletê me ye. Partiyek yan kesek biçe peyameke din bide wan, dê bişewite û di bin piyê wî cemawerî de dê hûr hûr be.”
Serokê Herêma Kurdistanê derbarê gotûbêjên navbera Herêma Kurdistanê û welatên cîran de jî ragihandiye: “Ew acendaya vekirî ku min behsa wê kir, em dikarin li gel Bexdayê û bi çavdêriya civaka navdewletî li ser serxwebûnê, sînor, av, petrol, gaz û hemû meseleyên din bigihîjin rêkevtinê, em bibin du cîranên pir alîkar û ti pirsgirêkek di navbera me de nebe, heta ku salek an jî du salan jî em dikarin rawestin.”
Di bersiva pirsyara, Amerîka dibêje referandum dê bandor li ser şerê li dijî DAIŞê hebe, Mesûd Barzanî dibêje: “Qet wisa nîne, ev behane ye. Bi şahidiya hemû dunyayê pêşmerge efsaneya DAIŞê têkşikand, çend bi hemaset ve şerê DAIŞê dikirin, piştî referandumê jî dê bi hemaseteke zêdetir şerê DAIŞê bikin.”
Barzanî gotiye: “Ji aliyê me ve ti qelîştekek neketiye navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê. Eger wan jî kir, ew keyfa xwe ne.”
Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan dike: “Dema wê hatiye ku êdî bes be, ku em êxsîrê plana Sykes-Picot û Seid Abad û Lozanê bin, lê belê niha salên şêstî û heftêyî nîne, êdî dema wê hatiye ku em bêjin, divê em biryar li çarenivîsa xwe bidin, êdî em qebûl nakin xelkek din nexşeyê ji me re bikişîne, ku em çi bikin û çawan bin, eger li ser vê em bimirin jî, em amade ne.”
Barzanî derbarê pêwendiyên Başûrê Kurdistanê û welatên cîran û bi taybet Tirkiyê de jî, ji VOA re diyar kiriye: “Ez hêvî dikim, referandum ti bandorekê nake ser pêwendiyên me û Tirkiyê, lê belê em gefê li ti kesî qebûl nakin, min gelek pê xweş e, ku ev peyam bi zelalî bigihîje berpirsên Tirkiyê, ku zimanê gefê li gel me bi kar nehînin, çimku em qebûl nakin. Zimanê gefê ji ti dewletî û ji ti kesî qebûl nakin, me çi kiriye? Milletek dibêje, em dixwazin serbixwe bin, kerem bikin, werin ji me bipirsin, erê hûn çi dibêjin? Çi bû sedem ku hûn vê daxwazê dikin? Li şûna gefê bila bihên bêjin ku hûn çi dixwazin? Em jî dê referandumê bikin, bila bên me cenosîd bikin.”
Rudaw
