Mesrûr Barzanî: Gellek welat hene amade ne li dewleta Kurdistan mikur bên
Mesrûr barzanî di dema beşdariya wî di bernameya riya ber bi serxwebûnê ve, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Di baweriya me de niha baştirîn dem e ji bo serxwebûna Kurdistanê û heger gelê Kurdistan biryara serxwebûna xwe bide, ez bi bawer im ku hejmarek mezin ji welatan, wê li serxwebûna Kurdistanê mikur bên."
Biryar e 25 vê mehê, ango piştî 5 rojên din, referandum ji bo serxwebûna Kurdistanê li Herêma Kurdistanê bê encamdan, di rojên derbasbûyî de jî, çendîn şandên welatan ji bo paşxistina dema encamdana referandumê, serdana Herêma Kurdistanê kirin û ji Serokê Herêma Kurdistanê xwestin ku referandum paş bixe, lê ji ber nebûna bedîlekî baş û nebûna gerentiya navdewletî, Herêma Kurdistanê tekez kir ku referandum nayê paşxistin û di dema xwe de wê bê encamdan.
K24
