• Wednesday, 20 May 2026
logo

Dr. Ronî Demirbağ: Hewlêr dê weke Vatîkanê bibe sembol

Dr. Ronî Demirbağ: Hewlêr dê weke Vatîkanê bibe sembol
Dr. Ronî Demirbağ Kurdekî ji Elezîzê ye û di sala 1983an de bi malbatî koça Awustralyayê kirine. Li Zaningeha Sydney beşa Siyaset û Ekonomî xwendiye û li heman zaningehê di mijara ‘Ekonomiya Kapîtalîst’ de mastera xwe kiriye. Demirbağ niha li Zaningeha NSWê dersên ekonomiyê dide. Demirbağ bersiva pirsên me yên di derheqê Kurdên Dîasporayê de dide û dibêje “Hewlêr dê weke Vatîkanê bibe sembol”

Li Awustralyayê çend Kurd hene?

Li Awustralyayê nêzîkî 10 hezar Kurd dijîn. Dibe ku zêdetir be jî. Piştî rûdanên vê dema dawin, gelek Kurdên Êzidî û Rojavayî penaberî vî welatî bûn. Kurd, bi piranî li Melbourne û Sydneyê dijîn. Ji ber ku ji zû de ye ez li vir dijîm dikarim bibêjim rewşa wan pir ne baş e. Ji ber ku Kurdên li vir parçe parçe dijîn. Li aliyê din kêm be jî rûdanên baş jî hene. Lê belê gelekî derengî ketiye. Mînak, yek ji girîngtirîn mijar ziman e ku ez jî bi taybetî li ser hûr dibim. Li Awustralyayê pêşdibistaneke me ya bi Kurdî tune ye. Li vir cihekî ji bo zarokên me perwerdeya zimanê xwe bibînin tune ye. Ev yek jî bêhtir ji kêmasiyên me ye…

Entegrasyona Kurdên penaberî Awustralyayê bûne çawa dibe?

Li Awustralyayê tu rastî tu tundrewiyê nabî. Rewşa Kurdên li vir pir baş e. Entegrasyonê pir bi hêsanî dikin. Di nav civaka Awustralyayê de bi hêsanî tevdigerin. Dibe ku hûn jî bizanibin. Radyoya Dewletê (EBS) ji bo Kurdan du saetan weşana bi Kurdî dike. Xizmet ji bo Kurdan tên kirin.

Kurd li wir dikarin çanda xwe bijîn?

Bêguman. Lê belê civaka Kurd ji bo vê qels e. Bingeha pirsgirêkê ev e. Ez ji xwe mînak bidim. Du keçên min hene. Temenê yekê 5 sal ya din jî 2 sal û nîv e. Hevsera min jî Îtalyayayî ye. Dixwazim zarokên min bi Kurdî hîn bibin. Lê belê dibistaneke ku ez wan bişînim tune ye. Hikûmeta Awusrtalyayê piştgirî jî dide projeyên wisa.

Kurd li çar beşan dijîn. Dema penaberî welatekî din jî dibin ev dabeşbûn didome?

Di mijara ziman de erê. Ji ber ku em ziman li malê hîn dibin. Dema min doktora dikir hevalekî pola me ji Hewlêrê hebû. Em bi hev re bi Îngilîzî diaxivîn. Ew Soran e ez Kurmanc. Lê eger Kurmanc bûya jî ferq nedikir em ê dîsa bi Îngîlîzî biaxiviyana. Ji ber Kurd pirsgirêkên li herêmê tînin vir jî. Bi hişmendiya Kurdî li mijara nanêrin. Mînak di Îlonê de referandûm heye, ji ber dijayetiya Barzanî piştgiriya referandûmê jî nakin.

Li gor normên navnetewî Kurdistan dikare piştî referandûmê serxwebûna xwe îlan bike?

Di hiqûqa navnetewî de tiştekî wisa heye. Dema komkûjiya Enfalê, ya Êzidiyan pêk hat Hikûmeta Iraqê ew ne parastin. Li gor hiqûqa navnetewî eger dewlet te nepêrêze û ji ber nasnameya te tu rastî komkûjiyan werî, mafê te heye ku tu serxwebûna xwe bixwazî. Di vê navberê de ez pêdivî bi referandûmê jî nabînim. Eger gel vê bixwaze û hêza te jî hebe tu yê serxwebûnê îlan bikî. Mesûd Barzanî berê ji partiyên Başûr re wiha gotibû: “Eger hûn piştgiriyê bidin min ez ê a niha serxwebûnê îlan bikim” ev yek jî nîşaneya kêmasiya piştgiriyê ye. Hin hesûdî û hisabên biçûk hene. Bilêvkirina daxwaza gelekî pir girîng e. Referandûm jî bo vê yekê baş e. Rêberên Şîa dizanin wê gel bibêje ‘Erê’ ji ber wê gel tehdît dikin. Eger gelê Kurdistanê bibêje ‘Êrê’ dikarin demildest serxwbûnê îlan bikin. Li qada navnetewî referandûm û meşrûiyeta ku dide pir girîng e.

Li gor we dê Kurdên Îran û Tirkiyeyê jî serxwebûnê bixwazin?

Ez ji bo niha tiştekî wisa nabînim. Ji ber ku serhildan ji bo Başûr jî dê ne baş be. Dê kêşeyên wê zêdetir bike. Herçiqas em bixwazin ew serbixwe bin jî dê ev yek niha zirarê bide Başûr. Dema em li daxûyaniyên aktorên navnetewî dinêrin bi israr binê îstîkrarê xêz dikin. Dibêjin “Kurdistan bila serxwebûna xwe bistîne em ne li hember vê ne.” Lê belê îstîkrarê dixwazin. Mînak pêdiviya rûdanên li Bakur tune bû. Dewleta Tirkan jî çareserî dixwast. Heta dê hin dewletan PKKê ji lîsteya terorîstan derxista.

Eger dewleteke bi navê Kurdistanê ava bibe, wê guherînên çawa li Rojhilatanavîn pêk werin?

Hewlêr jî weke Vatîkanê sembol e û xwedî statûyeke bilind e. Hin alî dibêjin dema netewdewletan derbas bûye. Berevajî vê gotinê, her tişt bi netewdewletê dirûst dibe. Ev netewdewlet çiqasî biçûk be jî Kurd pê dibin xwedî statû. Ev rûdan tenê ne ji bo Kurdan bo pêşketina Rojhilatanavîn jî derfeteke baş e. Li Rojhilatanavîn xeteke zirav heye. Lê Kurdistan dê bibe cihekî ku dewlet lê hûr dibin û pirsgirêkan çareser dikin. Ji îro pê de dê Kurdên Rojhilat û Bakûr jî weke berê neyên kuştin û zilma li ser wan jî dê kêm bibe. Kurdistana serbixwe dê ji bo Kurdên parçeyên din jî bibe statûyekê.

Li gor we divê polîtîkayeke çawa li Mûsil û Kerkûkê bê meşadin?

Ez ji bo Kerkûkê pir kêfxweş im. Kurd li wir pêkve tevgeriyan û Ala Kurdistanê hildan ser asmanan. Ez di wê fikrê de me ku di derbarê Mûsilê de agahiyên zelal nehatine belavkirin. Agahiyên me di derheqê vê mijarê de kêm in ji ber wê jî ne rast e em fikra xwe diyar bikin. Ez wisa bawer dikim ku di hin mijaran de ji niha ve peyman hatine çêkirin. Lê ez dikarim vê yekê bibêjim, Kurdan gelek mijarên li dijî xwe, vegerandin ser daxwaza xwe. Piştî DAIŞê êrişî Kerkûkê kir, Pêşmerge derbasî wir bû û Kerkûk azad kir. Pişt re ji wir derneket û Ala Rengîn hilda ser asîmanan. Dê bi referandûmê diyar bibe ka ew der Kurdistan e an na. Ev jî mafekî meşrû ye.

Serxwebûna Kurdistanê dê çi bandorê li Kurdên dîasporayê bike?

Her çiqas rûdanên li Bakur em êşandibin jî, rûdanên li Başûr kêfa me tînin. Biryara referandûmê bixwe jî em pir kêfxweş kirin. Eger Kurdistan serbixwe bibe dê Kurdan şad bike. Kurdên li vir, her çiqas di fikrên cuda bin jî di mijara referandûm û serxwebûnê de di heman fikrê de ne û şad in. Ev yek dê tesîreke mezin li wan bike. Kurdên diasporayê jî çi ji destên wan were wê bikin.

Awustralya çawa li referandûm û serxwebûna Kurdistanê dinêre?

Awustralya di mijarên siyasî de li gor Amerîka tevdigere. Dîroka Awustralyayê jî wisa ye. DYA çi bike an jî çawa tevbigere Awustralya qebûl dike. Li gel Îsraîlê jî têkiliyên wan baş in. Îsraîl jî piştgiriya referandûmê dike. Ez nafikirim ku li hember derkeve. Piştî referandûmê jî dê bê deng bimîne. Ne piştgirî dide ne jî li hember derdikeve.

Hûn helwesta Îran û Tirkiyeyê çawa dinirxînin?

Her çi di navbera Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê de cudahî hebin, ji hev nefret bikin jî dema Kurd dibin mijar li gel hev tevdigerin. Îsmaîl Beşîkçî ji vê re dibêje ‘Pergala Enternasyonalîst a li Hember Kurdan.’ Heta DYA ket Iraqê jî vê yekê dewam kir. Piştî wê ev pergal guherî û hin guherîn derketin holê. Tirkiye mîna berê li hember Kurdan nikare dengê xwe derxe. Ji ber ku DYA piştgirî dide Kurdan û dixwaze ku Tirkiye jî Kurdan qebûl bike. Mixabin zihniyeta Tirkiyeyê bo vê ne amade ye. Eger Tirkiye zêde nêzîkî Îranê bibe ev yek ji bo wê dê ne baş be. Dema hûn li dîroka Tirkiyeyê dinêrin vê yekê dibînin. Eger siyasetmedarên wan mezin biaxivin bizanibin ku dê hember wê bibe. Eger li hember Kurdan mezin biaxive bizanibin ku hêza wê tune ye tiştekî bike.

Îran li berovajî Tirkan dijminatiya xwe venaşêre. Di her demî de dibêjin ku em Kurdistaneke serbixwe qebûl nakin. Sedema vê yekê DYA û Îsraîl e… Dizane eger li Başûr dewlet çê bibe dê dora wê be. Di dahatûyê de îhtîmala tevlîhevbûna Îranê pir e. Ji vê ditirse. Cihê wê ji ya Tirkiyeyê cuda ye. Ji rûdanên piştî serxwebûnê ditirse. Îran li hember referandûmê çi bibêje hin hêzên Kurd jî wan gotinan bikar tînin. Ji ber ku Tirkiye û Îran bi serê xwe nikarin tiştekî bikin, hêzên Kurdî bikar tînin. Di vê demê de her tişt di destê me Kurdan de ye. Fersendên gelek baş di destên me de ne. Eger em ji van nexweşiyên xwe bifilitin em ê bi serkevin jî. Ne Îran ne jî Tirkiye nikare li hember vê bisekine. Kurdistaneke serbixwe li gor berjewendiyên cîhanê ye.

Em dibînin îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel serokên navnetewî diaxive û civînan pêk tîne. Siyaseta Kurd guheriye?

Bêguman guheriye. Birêz Barzanî û Birêz Talebanî siyaseteke baş dimeşînin. Xetayên di dîrokê de dubare nakin. Serokatiya Barzanî jî şansekî mezin e. Eger yekî din di cihê wî da bûya dibû ku ev siyaset birêve nebira jî. Nakokiyên di nav Kurdan de dê zêde bibûna. Kêmasiyeke wiha heye. Di nav partiyên Kurdistanê de parçebûn pir e. Nexweşiya Talebanî, Barzanî bi tenê hişt. Lê ji ber ku Mesûd Barzanî heye em bi şens in. Li Başûr çanda parvekirinê heye. Her çiqas PDK û YNK li hev nekin jî çanda parvekirinê heye. Eger ev nebe ji demokrasiyê tavîz nadî û nayî cem hev.

basnews
Top