Nêçîrvan Barzanî tevî şandeka dîplomatkarên Îranê civiya
Şandeya dîplomatên Îranê ku ji konsulên wi welatî li Hewlêrê, Silûmaniyê, Besre, Necef û Kerbelayê pêkhatibû pêdagirî li ser têkilî yên dîrokî navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê kir û berhev bûna xwe jî ji bo pêşxistina têkiliyan li hemû waran û herwiha alîkarî û hêsankarî ji bo çareser kirina pirsgirêkên helavîstî navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi sipasî kirina vê serdanê û alîkarî yên Îranê li demên borî û niha ji bo Herêma Kurdistanê, berhev bûna xwe jî ji bo berfierh kirina têkilî yên tevî Îranê nîşan da.
Her wiha pêdagirî li ser vê yekê kir ku Komara Îslamî ya Îranê dikare ji bo çareser kirina pirsgirêkên helavîstî navbera Hewlêr û Bexdayê rola xwe bilîze.
Serokwezîr li dawiyî kurtiyek derbarê rewşa niha ya deverê û pêşhatên şerê dijî terorîstên DAIŞê xiste berçav.
