• Saturday, 21 February 2026
logo

Barzanî: Ti paşvekişandinek di pirsa serxwebûnê de nîne

Barzanî: Ti paşvekişandinek di pirsa serxwebûnê de nîne
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzan ragihand, ti paşvekişandinek di pirsa serxwebûnê de nîne.

Serok Barzanî di hevdîtinekê ligel ajansa “Reuters” got: “Dixwazin bi awayekî diyalog ligel Bexdayê û hêzên herêmî serxwebûnê bidest bixin û naxwazin tûşî şer bibin.”

Got jî: “Çaverêyî wê dikin, ku dengê 'Belê' di referandûmê de biser bikeve.”

Derbarê pirsa Kerkûkê û navçeyên ji Herêma Kurdistanê hatine birîn de got. “Xelkê Kerkûkê di referandûmê de çi biryarê bidin, pêwîst e rêz li wê biryarê bê girtin.”

Serok Barzanî got jî: “Girngtirîn armanc me ew e cibicîkirina wê biryarê ye ku ji aliyê xelkê û bi riya aştiyane û bi riya diyalogê tê kirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha got: “Guftûgo ligel Bexda û welatên herêmê pêwîst e rasterast ji piştî dengdana di referandûmê de dest pê bike, bo cibicîkirina encamên referandûm.”

Serok Barzanî hikûmeta Iraqê bi binpêkirina destûrê tuhmetbar kir û got: “Em ji çardeh salan ve guftûgoyê dikin, bo em bibine hevbeşê rasteqîne di Iraqê de û hercar bi me re dibêjin dem bo serxwebûnê ne guncaw e. Em pirs dikin kengî guncaw e?”

Herwiha got: “Pêwîst e ew şaşbûna ku ji mêj ve li hember xelkê me hatiye kirin rast bikin û ewên dibêjin serxwebûn ne baş e, pirsa me ew e, ji bo çi ji me re ne baş e û ji we re baş e?”

Derbarê gûmana ku di referandûmê de tundûtûjî jê derdikeve, got: “Rewatiya xelkê ji rewatiya hemû hêzên siyasî mezintir e û ne di baweriya min de ye ku xelkek yan kesek yan aliyek hebe li dijî raya cemawerê Kurdistanê be, heger biryara xwe da. Dibe hin kes hebin li dijî wê prose bin, lê em rê lê digirin.”

Herwiha got. “Hewl didin nîgeraniyên Tirkiye, Iraq û Îranê li ber çav bigirin û me çespand ku em fakterê aramiyê ne, ji ber wê bi riya referandûmê rê li ber her nearamiyekê ku rû bide bigirin. Em dixwazin di dahatûyê de rê li ber her tundûtûjî û xwînrêtinê bigirin.”

Barzanî got: “Dewleta Kurdistanê dilniyabûnê dide tevahiya pêkhateyên olî wek Xiristiyanî, Şebek û Êzidiyan, bi taybet jî ku hêza Pêşmerge bo parastina wan di şerê DAIŞê qurbaniyên mezin daye.”

Derbarê şerê Mûsilê de got: “Bê hebûna rêkeftineke siyasî û aştiyayî di navbera pêkhateyan de, nikarin bibêjin ku di şerê Mûsilê de serkeftina yekcarî hate bidestxistin.”

Herwiha got: “Çend caran me hişyarî da hikûmeta Iraqê heger planeke siyasî û rêkeftin nebe, rewş guncaw nabe.”

Amaje bi wê jî kir, komisyoneke hevahengiyê ya bilind di navbera hukûmeta Herêm û Bexdayê û Hevpeymaniya Navdewletî de dirust bû, bo hevkarîkirina berpirsên Mûsilê, bi armanca dubare avedankirina bajêr.”

Got jî. “Gûmaneke min ya mezin li ser dahatûya Mûsilê heye, ji ber ku ketina DAIŞê li Mûsilê nayê wateya ku DAIŞ nema û ew fakterên ku DAIŞ anîne Mûsilê hîn nehatine guhartin, ji ber wê heta niha ji qonaxa piştî DAIŞê nîgeran im, lê hêvîdar im ku ez şaş bim.”

K24
Top