Pêşangeheke folklorî li Qamişlo hat vekirin
Du rêxistinên jinên Rojavayê Kurdistanê bi karê lidarxistina wê pêşangehê rabûne, ji bo mebesta zindîkirina alav, cil û kel û pelên kevnar ên kurdan.
Di vê pêşangehê de alavên mîna tenûr, destar, derguş û kel û pelên amadekirin û pêşkêşkirina xwarinê hatin nîşandan.
Ji aliyek din, di pêşangehê de karên destî yên çend jinan jî hatin nîşandan wek piştgiriyekê ji bo karê jina kurd li Rojavaye Kurdistanê.
Rudaw
