BAŞÛR - Bi sedan aware û koçber jehrî bûn
Êvariya duh rêkxistineke xêrxwazî bo fitarê ji xwaringeheke Hewlêrê ve xwarin bo 2 hezar aware û koçberan biriye kampa U-2 a li Xazirê. Li gorî agahiyan, xwarina ku li ser awareyên kampê hatiye dabeşkirin, ji fasolî, birinc û goştê mirîşkê û mastavê pêk hatibû.
Piştî ku xwarin li ser awareyên kampê tê dabeşkirin, bi derbasbûna 30 xûlekan nîşanên jehîrbûna xelkê derdikevin, ku verêşan û zikêş diyartirîn nîşaneyên jehrîbûna ji ber xwarinê ne.
Piraniya kesên ku jehrî bûne, zarok û kesên kal in.
Serpireştê Kampên Mûsilê, Rzigar Ubêd li ser vê bûyerê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Heta niha nêzîkî 800 kes jehrî bûne, hinek kes ewqas bi xirabî jehrî bûne ku li gel vereşandinê, xwîn ji geviya wan tê.”
Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê, Dr Saman Berzincî jî ji Rûdawê re ragihand: “Li kampeke nêzîkî Kampa Hesen Şam li rojavayê Hewlêrê, bi sehan kesên aware bi sedema xwarinê, jehrî bûne.”
Saman Berzincî got: “Tîmên me yên hawarçûnê bo çareseriya tendirustiya wan kesên ku jehîr bûne, ber bi cihê vê kampê ve birê ketine.”
Berzanî da xuyakirin, ku awareyên vê kampê ji ber xwarinê, ku ji aliyê rêxistineke xêrxwazî ve hatiye dabînkirin, jehîr bûne.
Li gorî agahiyên Rûdawê, Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê 30 ambulans ber bi cihê bûyerê ve şandine û herwiha tîmeke lêkolînê jî derbarê çawaniya rûdana bûyerê bo kampa wareyan hatiye şandin.
Rêveberê Giştî yê Navenda Hevbeş a Krîzan, Hoşeng Mihemed di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Zêdetir ji 300 awareyên li kampa U-2 li nêzîkî Hesen Şam ji ber xwarinê jehrî bûne. Lê belê zêdetir ji hezar kesî heman xwarin, xwarine, ku ji aliyê rêxistineke xêrxwazî ve li xwaringehê hatiye dabînkirin.”
Hoşeng Mihemed herwiha destnîşan kir: “Di meha Adarê de me daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye, elektrîk û amûrên hênikkirinê dabîn bikin, lê belê nehatiye kirin. Di demekê de ku di demsala hawînê pileya germiyê zêde dibe.”
Rudaw
