• Saturday, 21 February 2026
logo

Eyad ‘Elawî ji bo pirsa referandomê dê seredana herêma Kurdistanê bike

Eyad ‘Elawî ji bo pirsa referandomê dê seredana herêma Kurdistanê bike
Biryare şandek bi serokatîya Eyad ‘Elawî ji Bexda seredana Hewlêrê bike û pirsa referandomê di gel serokê herêmê gotubêj biken.
Eyda ‘Elawî, cêgirê serokkomarê Îraqê di gel ‘Emar Hekîm, serokê hevpeymanîya niştîmanî li dor referandomê kom bû û ragehand; Demekê dirêje hoşdarî dayne hikumeta Bexda ku nabe webiken Kurd hizra cudabûnê ji Îraqê biken.
Hekîm û ‘Elawî di vê qonaxê yekparçeya axa Îraqê bi pêdivî dizanin, daxwaz jî kir hemû giriftan di gel Hewlêrê bi gotubêjan çare biken.
‘Elawî eşkera kir; Niha demê referandomê nîne û renge li demekê din ba baştir bû ta rewş aram dib û ta niha jî çaverê helwîstê hikumet û perlemantoyê Îraqê ye lê hêş tu daxuyanî nedayne.
Cêgirê serokkomarê Îraqê eşkera jî kir; Şandek bi serokatîya wî dê seredana herêmê bike û di gel serokê herêmê kom be ji bo wê yekê bizanin referandom çiye û piştî referandomê dê çi rûbide.

Waar.tv
Top