Kristiyanên Nînowayê piştgiriyê didin referandûmê
Pêkhatiyên Deşta Nînowayê dixwazin navçeyên wan bibe parêzgeheke ser bi Herêma Kurdistanê ve. Kristiyanên deverê dibêjin, eger rewşa wan guncayî û baş be, ew dê beşdarî refrandoma 25ê Îlonê bibin.
Li Deşta Nînowayê 15 hezar malbatên kristiyan hene. Hin ji wan li deverên di bin kontrola pêşmergeyan de û hin jî di bin kontrola Artêşa Iraqî de ne.
Pêşniyarên kristiyanan
Rêveberê Dibistana Elqûş Aîd Yûsif dibêje, ew dixwaze beşdarî referandûmê bibe û herwiha derbarê pêşeroja nahyeya Elqûşê û Deşta Nînowa de nêrîn û pêşniyarên wî hene.
Aîd Yûsif dibêje: “Divê derfeta kar peyda bibe, di sazî û dezgehên mîrî de zêdetir fermanber werin wergirtin, zanîngehên Kurdistanê zêdetir xwendekarên me werbigrin.”
Li nahyeya Tilsiqûfê jî 650 malbat vegeriyane malên xwe. Ebd Elcelîl wek rewşenbîrekî kildanî, ji encamên refrandomê piştrast e. Ew beşdarbûna krîstiyanan a referandûmê weke garantiyeke ewlekariya deverê dibîne.
Ebd Elcelîl diyar dike: “Dema em koçberî Duhok û Hewlêr û Zaxoyê bûn, gelek rêz li me girtin, em di aramiyê û ewlehiyê de bûn. Em li Kurdistanê parastî bûn.”
Ewlehiyê di bin sîbera pêşmerge de digerin
Hinek nîştecihên vegeriyane Ala kurdistanê li ser malên xwe bilind kirine. Ev yek weke nîşaneke ye ku tenê di bin sîbera wê alê de ne DAIŞ an jî çi hêzeke din di siberojê de nikare wan ji malên wan derbixe.
Welatiyê kildanî Tariq Gorgîs dibêje: “Dema DAIŞê êrîşî me kir, em derbiber bûn. Hêviya me ew e, ku ev giştpirsî ji bo me û malbata me bibe hîmê aramiyê.”
Di referandûma 25ê Îlonê de, dengên krîstiyanên Deşta Nînowayê dê ji bo encaman diyarker be.
Rudaw
