• Saturday, 21 February 2026
logo

Herêma Katalonya ya Spanya jî roja referandoma xwe destnîşan kir

Herêma Katalonya ya Spanya jî roja referandoma xwe destnîşan kir
Du rojan piştî Herêma Kurdistanê, Herêma Katalonya ya Spanya jî roja referandoma serxwebûna xwe diyar kir. Ev cara duyemîn e Katalonya referandomê encam dide.

Serokê Herêma Katalonya ya Spanyayê duh rayedarên hikûmeta Katalonya kom kir û roja referandoma serxwebûna Katalonya eşkere kir.

Serokê Katalonya da zanîn ku dê roja 1 Mijdara îsal referandomê pêk bînin û got, emê wê rojê ji gelê Katalonya bipirsin ka gelo dixwazin bibin xwedanê dewleteka serbixwe yan na.

Ev cara duyemîn e li Katalonya referandomê tê kirin. Cara yekemîn 9 Mijdara 2014 bû ku tenê %37.2 ji xelkê Katalonya beşdar bibûn, %80 ji kesên ku beşdar bibûn, dengê “erê” dabûn lê hikûmeta Spanya bi rêya dadgehê ew referandomê dabû betalkirin.

Tê pêşbînîkirin ku Spanya cardin li dijî referandom û serxwebûna Herêma Katalonya derkeve.

Roja referandoma Katalonya 5 rojan piştî referandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê tê encamdan. Roja referandoma Herêma Kurdistanê 25 Îlona îsal e.

Paytexta Herêma Katalonya, bajarê Barcelona ye û nifûsa wî welatî jî 7 milyon kes e.

Basnews
Top