• Saturday, 21 February 2026
logo

Ebdulselam Berwarî: Urdin dê di ragihandina serxwebûna Kurdistanê de alîkariya me bike

Ebdulselam Berwarî: Urdin dê di ragihandina serxwebûna Kurdistanê de alîkariya me bike
Şirovekarê siyasî Ebdulselam Berwarî amaje bi giringiya serdana Serok Barzanî bo welatê Urdin û beşdariya wî di Korbenda Aborî ya Deryaya Mirî dike û dibêje, ew serdan pir girîng e, ji ber ku Urdin ji bo Herêma Kurdistanê pir giring e û ji bo pirsa serxwebûna Kurdistanê jî dê gelekî alîkar be.

Ebdulselam Berwarî ji malpera fermî ya PDKê re behsa serdana Serok Barzanî bo Urdinê kir û ragihand: “Ew serdan û beşdariya di wê korbenda navdewletî de ji çend aliyan ve giringiya xwe heye, ku Serok Barzanî dê hejmarek hevdîtnên girîng û erênî ligel serok û serkirdeyên cîhanê pêk bîne û dê ligel wan kesayetiyan pirsa referandoma Başûrê Kurdistanê gotûbêj bike.”

Wî şirovekarê siyasî wiha got: “Herwiha ji aliyekî din ve pêwendiyeke bihêz û dîrokî di navbera malbata Barzanî û malbata Şahê Urdinê de heye û nûkirina wê pêwendiyê bandorê li ser paşeroja Herêma Kurdistanê dike. Lewma jî bi baweriya min dê Urdin yek ji wan welatan be ku îtîrafê bi serxwebûna Başûrê Kurdistanê bikin û di wê piroseyê de jî alîkariya me bike.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh çû Urdinê. Barzanî bi şahê Urdinê Şah Ebdullah re hevdîtin kir.
Serok Barzanî dê tevlî korbenda aborî jî bibe ku dê li Deryaya Mirî ya Urdinê were lidarxistin.

Basnews
Top