Mesrûr Barzanî metirsiyên qonaxa piştî DAIŞê ligel Encûmena Asayişa Amerîka gotûbêj dike
Li gor zanyariyên K24ê, Mesrûr Barzanî pêwendiyên di navbera Hewlêr û Washingtonê, dawî pêşhatên şerê Mûsilê ligel Encûmena Asayişa gotûbêj dike û cuda ji vê jî hevkariyên Amerîka bo hêza Pêşmerge tewerekî sereke yên gotûbêjan dibe.
Şêwirmendê Encûmena Asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi serokatiya şandekê ku ji Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên û Nûnera hikumeta herêma Kurdistanê li Waşingtonê Beyan Samî Ebdulrehman pêk tê, li Amerîka ye, çendîn hevdîtinan li Koşka Spî, Wezareta Derve, Wezareta Bergirî, Encûmena Asayîşa Neteweyî û Kongresê encam dide.
K24
