• Saturday, 21 February 2026
logo

Serokê herêma Kurdistanê peyamek pêşkeşî mamostayên Kurdistanê kir

Serokê herêma Kurdistanê peyamek pêşkeşî mamostayên Kurdistanê kir
Serokê herêma Kurdistanê peyamek pîrozbayî ji ber salvegera 55.mîn a damezrandina yekitiya mamostayên Kurdistanê belav kir.

Di peyama ku îro 15.05.2017ê de hate belav kirin û wêneyek ji BasNewsê re hat rêkirin de serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel pîrozbahiyeke germ ragehandiye, mamostayên Kurdistanê li mamostabûnê, wek Pêşmerge di xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de beşdarî kirine û bi dehan şehîd dane.

Mesûd Barzanî pesnên mamostayan da û diyar kir, ku ‘’Bi heman ruhê Pêşmergetî li gel krîza darayî û şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê mamostayan nehêla karwanê xwandinê li Kurdistanê raweste.’’

Serokê herêma Kurdistanê hêvî û bendevariyên xwe yên ji mamostayan anî ziman û got: ‘’Rê nedin hewldanên neyar ên belav kirina hestên xwe kêm zanîn û bê îradeyî di nav zarok û ciwanên welatê me de bên rûnişkandin.’’

Mesûd Barzanî pêwîst dizane ku mamostayên Kurdistanê wê waneyê ji nifşên paşerojê re divê bibêjin ku qurbanî dana gelê Kurdistanê bê encam nabe, bi hêviyeke mezin ve dê ber bi paşerojek geş ve gav bên avêtin.’’

Basnews
Top