Elî Ewnî: PKK bo parastina yekparçetiya Iraqê şer dike!
Heftenameya Bas, ku hejmara wê ya nû îro derket, ragihandiye, şîeyên Iraqê bi du pirojeyan û sunniyên Iraqê jî bi pirojeyekê din daxwaz ji rêveber û rayedarên Kurdistanê kirine dest ji referandom û serxwebûnê berdin û di nav Iraqeka yekparçe de bimînin û vegerin ser maseya diyaloga bi Bexdayê re.
Li gorî agahiyên Basê, tevahiya wan pirojeyan pêşkêşî Serokatiya Herêma Kurdistanê hatine kirin û hatiye xwastin ku ew amade ne di çareserkirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê de toleransê nîşan bidin bi şertê ku kurd di vê qonaxê de referandomê nekin.
Heftenameya Bas ji zarê berpirsekî mezin yê Herêma Kurdistanê ragihandiye ku Herêma Kurdistanê dê bi encamdana referandomê tevahiya pêşniyar û pirojeyên sunnî û şîeyan red bike çimkî Herêma Kurdistanê bi ti awayî dest ji referandomê bernade û referandom jî îsal payîzê tê encamdan.
Heman jêderî daye zanîn ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîna konsol û nûnerên welatên biyanî yên li Kurdistanê de behsa referandom û serxwebûnê kiribû û ji wan xwastibû ku eger hûn daxwaza aramî û başbûna pêwendiyên Kurdistan û Iraqê dikin, qet behsa yekparçetiya xaka Iraqê nekin û li dijî serxwebûna Kurdistanê ti daxuyaniyekê nedin.
Endamê Civata Niştimanî ya Gorranê Mensûr Enwer Beg jî ji Basê re gotiye, Gorranê jî biryar daye nûnerê xwe bo komîteya referandomê destnîşan bike. Her kesê ku li dijî serxwebûna Kurdistanê bike bizamrekî li tabûta xwe dide.
Wî rayedarê Gorranê aniye ziman ku serxwebûna Kurdistanê dê her bi destê Barzanî were ragihandin û gotiye, her gava me xwe komî hev kir emê piştgiriya Barzanî bikin. Helbet hêviya me jî ew e ku Barzanî mîna serokekî, kurdan bike yek û bibe serokê hemû miletê kurd.
Ji aliyekî din, endamê rêveberiya PDKê Elî Ewnî li ser gef û gotinên endamê rêveberiya PKKê Riza Altûn li ser Herêma Kurdistanê ji Basê re gotiye, PKK bi vê yekê dijîtiya referandom û serxwebûna Kurdistanê dike her wiha şerê parastina yekparçetiya Iraqê dike lê ti hêzek nikare pêşiya referandom û piroseya serxwebûna Kurdistanê bigire.
Basnews
