• Saturday, 21 February 2026
logo

Çekdaran êrîşê leşkeran kirin: 140 kuştî

Gulan Media April 22, 2017 Nûçe
Çekdaran êrîşê leşkeran kirin: 140 kuştî
Li parêzgeha Belh a li bakûrê Efganîstanê çekdarên Talîbanê êrîşê Baregaha Leşkerî ya Şahîn 209 kirin û di encamê de 140 kes kuştin.

Hate ragihandin, ku 6 çekdarên rêxistina Talîbanê li bajarê Mezarê Şerîf ê parêzgeha Belhê, di dema nimêjê de êrîşê Baregaha Leşkerî ya Şahîn 209 kirine, ku ev baregah cihê pispor û şêwirmendên leşkerî yê biyanî ye.

Li gorî agahiyan çekdarên Talîbanî bi 2 otomobîlan ketine nav baregahê û paşî berê xwe dane mizgeftê, di dema nimêjê de leşkere dane ber guleyan.

Di encama êrîşê de 140 kes hatine kuştin, ku piraniya wan leşker in.

Herwiha di dema êrîşê de çekdarek hatiye kuştin û 5 çekdarên din jî bi saxî hatine girtin.

Rudaw
Top