• Saturday, 21 February 2026
logo

El Hekîm: referendûma Serxwebûna ya yek alî em nasnakin!

Gulan Media April 22, 2017 Nûçe
El Hekîm: referendûma Serxwebûna ya yek alî em nasnakin!
Rojeva germ a siyaseta Iraqê, projeya herêma Kurdistanê ya referendûma serxwebûnê, ku ji bo dawiya sala 2017an hatî plankirin e. Serokê Koalisyona Şîa Ammar El Hekîm, bi awayek eşkere dijberiya xwe hemberî vê diyarkir.

El Hekîm di daxûyaniya xwe ku dayî Reuters de, diyar dike ku : “Ger Kurd referendûmek weha encamp bidin, ew dê yek alî be. Ez bawer dikim ku, tu caran kişandina sînoran bi xwînê sernekeftiye û li Iraqê jî dê encamek erênî nebe”.

Milişyaên Şîa yên nêzîkî Îranê gotibûn ku, ger Kurd pêngava referendûmê bavêjin, dê nehêlin Kurd li deverên derveyî herêma Kurdistanê, referendum lidar bikeve. Lê, ji aliyê xwe ve El Hekîm dibêje ku, “ew bawer nake pirsgîrêka di navbeyna Hewlêr û Bexdayê bigihije dijberiyek şerkar”.

K24
Top