Li Wanê di encama teqînekê de 6 serbazên Tirkiyê hatin kuştin
Li gor daxuyaniyekê ya navenda ragehand û çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) li ser malpera wê hatibû belav kirin, li roja 14.04.2017 demijmêr 3.15 Hêzên HPG li gundê Karçîtî li navçeya Şaxê ya parêzgeha Wanê li Kurdistana bakur operasyonek li dijî Hêzên Asayîşa Tirkiyê encam dan.
Navenda ragehand û çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel(HPG) di heman daxuyaniyê de aşkere kirk u, di encam de 6 serbazên Tirkiyê hatin kuştin.
Basnews
