• Sunday, 22 February 2026
logo

Kiliçdaroglu: Erdogan destûra Esed li Tirkiyê çîbebî dike

Gulan Media April 13, 2017 Nûçe
Kiliçdaroglu: Erdogan destûra Esed li Tirkiyê çîbebî dike
Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragehand ku, Serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan gazinan ji Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed dike, di heman demê destûra wî vedguhêze welatê xwe û cîbecî dike.

Di çarçoveya beşdariya xwe di bernameyekê li kenala CNN a Tirkiyê de Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragehand: "Ew guhertinên li destûra Tirkiyê tên kirin ji destûra Sûriyê xerabtirin û got ku, gelo çima Erdogan destûra Esed vediguhêze ma dem jê neraziye, çima dixweze Tirkiyê weke Sûriyê lê bike.?"

Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu da zanîn ku, ew dikare ji Erdogan û hemû xelkê re metirsiyên wan guhertinên destûrî li se Tirkiyê bibêje û wan hişyar bike.

Berî niha jî derbarê siyaseta derve ya Tirkiyê Kiliçdaroglu ji rojnameya Bîrgûnê re axivîbû û rexne li siyaseta derva ya hikûmetê AK-Partiyê girtibû. Kiliçdaroglu got ku, siyaseta derva ya hikûmetê pirsa mayîndebûna Dewleta Tirkieyeyê xirabtir kiriye.

Basnews
Top