• Sunday, 22 February 2026
logo

Parlamenterekî kurd: PKK dixwaze bi destê Bexdayê, Şingalê ji Kurdistanê veqetîne

Gulan Media April 13, 2017 Nûçe
Parlamenterekî kurd: PKK dixwaze bi destê Bexdayê, Şingalê ji Kurdistanê veqetîne
Endamekî parlamentoya Iraqê dibêje, PKK dixwaze bi destê Bexdayê, rêveberiya devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê ji Herêma Kurdistanê veqetîne, vê yekê jî li dijî Herêma Kurdistanê dike.

Parlamenterê kurd û endamê parlamentoya Iraqê Macîd Şingalî ji BasNewsê re got, bi qasî ku haya me jê heye PKK dixwaze hinek peyayên xwe yên li Şingalê bişîne Bexdayê û bike meqamdar, bêyî ku destûrê ji rêveberiya fermî ya Şingalê bixwaze.

Macîd Şingalî her wiha got, PKKê her wiha dixwaze lîsteyekê bide Bexdayê qaşo çekdarên nû wergirtine da ku bi wê hêcetê çek û pare ji Bexdayê bistîne.

Wî parlamenterê kurd anî ziman, lê divê êdî pêşiya PKKê weregirtin û got, bila PKK û hevalbendên wê bizanin ku ji bilî Pêşmerge em ti hêzeka din li Şingalê qebûl nakin.

Basnews
Top