• Sunday, 22 February 2026
logo

Seidî Ehmed Pîre: Divê em di mijara referandomê lezê bikin

Gulan Media April 13, 2017 Nûçe
Seidî Ehmed Pîre: Divê em di mijara referandomê lezê bikin
Endamekî polîtburoya YNKê dibêje, divê kurd li ser encamdana referandoma serxwebûnê lezê bikin û wê yekê ji bîr nekin.

Endamê polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre ji BasNewsê re got, şanda hevbeş ya YNK û PDKê dê bi Tevgera Gorranê re hevdîtin bike û li ser her tiştî gotûbêj bike. Ji aktîfkirina parlamentoyê bigire heta referandomê û hikûmet û mijarên din.

Seidî Ehmed Pîre her wiha got, hinek rexneyên PDKê li Gorranê heye, Gorran jî hinek rexne li PDKê heye. Ji ber wê jî divê her du alî li hev rûnên da ku partiyên siyasî bikarin bi lez li ser referandomê bicivin. Çimkî em di wê baweriyê de ne ku divê di mijara referandomê de lez were kirin û neyê jibîrkirin.

Referandoma serxwebûna Kurdistanê îsal tê encamdan.

Basnews
Top