• Sunday, 22 February 2026
logo

PAK: Kurdistana serbixwe pêwîstiyeke cîhaniye

PAK: Kurdistana serbixwe pêwîstiyeke cîhaniye
Cîgirê Serokê PAKê Nûrî Sinir got; “Di Rojhilata Navîn de hebûna dewleteke kurdî dewleta Tirkiyê pir nerehet dike. Lê berpirsên Tikiyê jî dizanin, ku ji bo pêşiya vê birgrin di dest wan de tişteke zêde nîne.”
Cîgirê Serokê Partiya Azadiya Kurdistan PAKê Nûrî Sinir hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê û karvedanên rayedarên dewleta Tirkiyê di vê derbarê de diyar kir ku hikûmet û rayedarên Tirkiyê hem ji bo bi destxistina dengên nijadperest û netewperestên tirk bertekeke wiha hişk nîşanî hildana ala Kurdî li Kerkûkê da, hem jî jixwe di bingehîn de welatên ku li ser Kurdistanê hikim dikin li dijî dewleteke kurdî ne.
Sinir got; “Tirkiye dizane ku ji ber Kurdistaneke serbixwe ji bo cîhanê bûye pêdivî û ew jî dizane ku nikare rê li ber bigire, ev berteka hişk zêdetir ji bo bidestxistina dengên netewperestan e.”
Top