• Sunday, 22 February 2026
logo

Serok Barzanî 12. Pêşangeha Navdewletiya Pertûkan li Hewlêrê vekir

Serok Barzanî 12. Pêşangeha Navdewletiya Pertûkan li Hewlêrê vekir
Roja çarşem 05.04.2017 bi amadebûna hejmarek konsol û nûnerên welatan û berpirsên hikumî û kesayetiyên çandî û edebî û nivîskaran, li bin çavdêriya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê 12. Pêşangeha Navdewletiya Pertûkan li bajarê Hewlêrê hate vekirin.

Pêşangeha Navdewletiya Hewlêrê ya pertûkan salane ji aliyê Dezgeha Meda ya ji bo ragihandin û rewşenbîrî û bi hevkariya Hikumeta Herêma Kurdistanê ve bi beşdariya zêdetirîn navendên dezgehên çap û belavkirinê li Kurdistan û welatên cîhanî ve tê vekirin.
Top